Dem dema Tolhildanê ye!

Di nava van salên dawî de muzîka kurdî pêşketineke bêhempa bidestxist û digel vê pêşketinê, ji hunera kurdî re beşeke nujên qezenc kir: Ev beşa nujên jî Hip Hop e. Wer xuya dike ku Hip-Hop di hunera Kurdî de li cihe xwe yê metîn digere, û ji ber vê yekê şoreseke dijwar pêk tîne, mîna ku tola xwe ji zext u zoredariyên li ser çand u hunera Kurdi hilbide.

Sembola nu ya ev şera li dijî înkarkirinê koma Tolhildan e. Ev koma ku ji çar ciwanên kurd pêk tê, bi muzîka xwe ya nujên – Hip Hop a Kurdî – hunera kurdî dihejîne û serobino dike. Belê, dem Hat… Dem dema Tolhildanê ye!
Koma Tolhildan li ser sehnê

Zimanbaz yek ji damezrênerên koma Tolhildan e û dibeje ku ev kom hê nu hatiye damezirandin. Ew bi xwe kurdê Dîlokê (Eyntabê) ye û di sala 95an de li çanda Hip Hop ê rast hatiye. Ji xeynî wî, kom ji Afo (Rihayî), Ramin (Urmiyeyî) û DJ Mo Mat (Duhokî) pêk tê. Zimanbaz hevnaskirina xwe bi Hip Hop ê re wiha têdigihîne: "Di destpêke de break dans bala min dikişand, wê demê ez hê li Dîloke dijiyam. Salek bi şunde min ser li dibistana dansa breakdanse ya bi navê Tempodrum xist û piştî min salek perwerdehiya break dansê stend ez di sala 1997an de bûm mamosteyê dansê. Paşê min bi avakirina koma xwe li Qarşiyaka dibistana xwe ya dansê vekir."

Ji gotinên Zimanbaz wer xuya dike ku bala wî ya ji rapê HipHop ê re ta ji wê demê tê û bi breakdans ê destpê kiriye. „HipHop tarzeke çand u jiyanê ye, û di vî çandî de gelek beş hene: beşa muzîkê, ya break dansê, ya DJ û ya Grafiti (boyaxen li ser dîwaran). Ev gis besên taybet ên di hundirê HipHopê de ne. Lewra gerez meriv pês cavan bixe ku HipHop û Rap ne yek in. Rap yek ji perçeyên muzîka HipHop ê ye.» Piştî heşt salên break dans ê wî di sala 2004an de bi awayeke profesyonel dest bi muzîka Rap ê kiriye.

DJ Mo Mat
«Di xebatên min ên destpêkê de min stranên solo dikişand, heta demekê min jiyana xwe ya Hip Hop ê wiha berdewam dikir û ji bo ragihandina Rap a Kurdî min xwest em komekê avabikin. Bi rêya înternetê ez û Afo em li hev rast hatin û piştrev Ramin tevli komê bû.» Afo û Ramin wek Zimanbaz solîstên komê ne. Lê muzisiyenên Hip Hop ê giş dizanin ku komeke Hip Hopê qet bê DJ pêk naye. DJ Mo Mat, yê ku beat ên (muzîk ên bingehîn ên) Rap ê çêdike jî piştî demekê bûye endamê komê û bi vî havî kom yekker bûye. Her endam bi taybetiyên xwe yên balkêş rengeke cûda dide komê û wiha, her performansa wan dibe bûyereke hunerî ya bêhempa.

Navê komê: Tolhildan
Mîna rap û endamên komê, navê komê jî gelek balkêş û bi îddia ye. „Afo pêşniyar kiribû ku bila navê komê bibe TOLHILDAN. Me dît ev nav zehf xweş li muzîk û tarza me tê, lewra me ev nav hilbijart.“ Tarza komê bi gotin, muzîk û performansê beşeke nu di hundirê Hip Hopa Kurdî de didamezrîne. Li hemberî Rap ê klasîk kom giraniyê dide HipHopa/Rapa Underground (HipHopa Binerd). Ev beş bi israr xwe ji Hip Hipa klasîk vediqetîne û wek rûyê reş/tarî yê muzîka Rap ê tê nasîn.“

Lewra navê komê jî xwediyê enerjiyeke gelek bilind e, û gotin û muzîka koma TOLHILDAN bandoreke taybet didin guhdarvanan. Ji bo endamên komê, navê Tolhildan xwediyê wateyeke mezin e. „Çend sed sal in gelê Kurd di bin zext û zordariyê de ye. Mixabin, ev rewş gihiştiye roja me û mafên gelê me hê jî têne binpêkirin. Navê TOLHILDAN lewra ji bo me tê maneya berpêyî û protestoyê li hemberî ev sîstema dagirker.“
Yekemîn klîba koma Tolhildan: Dem Hat
Yekemîn klîba komê jî ev hêrs û qehra li dijî vê sîstemê dike yek û serê xwe lê hil dide. „Navê yekemîn klîba me Dem Hat e û di meha rêbendanê de hat kişandin. Me ev klîp bi timî bi îmkanên xwe kişandiye.“ Klîba Dem Hat ji aliyê teknîkê ve xwediyê qalîteyeke gelek bilind e û bi naveroka xwe qet wek klîbên klasîk ên kurd xuya nake. Ji vê behtir klîbên profesyonel ên rapper ên mîna Azad tîne bîra meriv. „Me di klîpa xwe de bi taybetî konsepteke nu bikaranî da ku di hundirê muzîk û Rap a kurdî de rûpeleke nu bête vekirin.“

Piştî pêşketinên ewqas nujên meriv meraq dike ka xebatên albumê jî hene an na. Zimanbaz bi bîr tîne ku xebatên kişandina albumekê gelek bi zehmet û bi mesref e. Dîsa jî ew salek in li gorî îmkanên xwe ji bo albuma xwe ya yekemîn kar dike. Zimanbaz li ser pirsa kişandina albûmê bersiveke wiha dide: „Ji bo kişandina albuma xwe em bi Beat Maker ên profesyonel ên Fransî û Swîsrî re kar dikin, û ev yek me zehf kêfxweş dike. Hêviya me ev e ku album di hundirê vê salê de biqede.“


Banga Tolhildan ji medya û hunermendên kurd re
Gelo, li gorî koma Tolhildan Rap a kurdî cihê xwe di muzîka kurdî de girtiye? Zimanbaz fikrên xwe yên li ser vê mijarê wiha tîne ziman: „Bersivandina vê pirsê qet ne hêsan e, lê li gorî min Rap a kurdî hê nu dest bi rêya xwe kiriye. Beşeke pir ciwan e û gelê me vî beşî hê nu keşf dike. Lewra qebûlkirina Rap a Kurdî hinek dem û zehmet dixwaze. Pêwîst e him xebat û albumên profesyonel bên kirin, him jî piştgiriya medya û ya hunermendên binavûdeng pêk bê. Hêvîdar im ku ewê ji bo xebatên hunerî bi rapvanên ciwan re kar bikine.“

Koma Tolhildan: rengege nujên û bi îddaa… Bi her awayê bala keç û xortan, gênc û pîran dikişînin ser xwe. Muzîka xwe kirine doz. Armanca koma Tolhildan ne tenê muzîk e, şikandina zincîra li hemberî zimanê Kurdî ye, qîrîna bi zimanê dayikê ye.

Belê: dem hat… Dem dema Tolhildanê ye!...


Comments